YENİ TASARIM · GERÇEK İÇERİKLER · Listeler bu tarayıcıda saklanır

M.Arif Cizrawi

M. Arif Cizîrî li havîna sala 1912 an li navenda Botan(bajarê Cizîrê) li taxa Mîr Elî hatiye dinya ye. Ji aliya dewlemendiya Kultur û taybetmendiyên netewî herêma Botan di Kurdistanê de xwedî cihek taybete û heta mirov dikare bêje deryakî bê ser û bine ji taybetmendiyên netewek dêrîn û zêdetir ji 4 hezar salye wir jiyan dest pêkiriye. Bi taybet di warê dewlemendiya stran folklorê de her gundekî Botanê mîna kaniyekê ji dewlemendiya ziman, çand û folklorê Kurdî ye. Her wiha di dîroka siyasiya netewa Kurd de ji Cizîra Botan yekemîn paytextê dewleta Kurdistanê di çaxa mîrê Botan, Mîr Bedirxan Begê mezin de ye.  M. Arif Cizîrî di ciyekî wiha de hat dinê.Wek xûyaye sala ji dayik bûna hunermendê nemir  M. Arif Cizîrî hevçax bi wan salên reş ku qirkirina cîranên kevnarên Kurdan(yanî Ermenî) ji aliyê desthilatdariya Osmaniyan ve dest pêkiriye.Bêhna qirkirin û kuştina mirovan li her dera cihna Ermeniyan tesîreka pir giran li ser his û ramanên zarokan hişt û heya roja ku xatir ji jiyanê jî xwest, ew bîranînên talên zarokatiya xwe ji bîr nekirin.  Bi giştî dest pêka jiyana  M. Arif Cizîrî bi van sê bûyerên jêr re hevçerxe: 1. Şerê cîhanê yê yekemîn(1914-18) 2. Jenosîd û qirkirina Ermeniyan(1908 heya 1915) 3. Hilweşîna împaratoriya Osmaniyan û çar perçe kirina Kurdistanê.(1915 S. Pîko û 1923 Lozan) Tengasiyên aborî, xela û çend bîranînên M. Arif Cizîrî: Van sê bûyerên navbirî rewşa jiyanê ji her alî ve xistibûn nava tengasiyên dijwar. Di vê navê de bi taybetî destpêkirina şerê malwerankerê cîhanê yê yekemîn jiyana gel bi giştî tevlihev kir.  Van bûyerên tal û dijwar M. Arif ku teze çavên xwe bi ronaya jiyana cîhanê vekiribûn, pir êşandin û heya roja ku li ser rûyê dinê bû bi xemberî behsa jiana wan rojên nexweş û reş dikir. M. Arif Cizîrî ku xwediyê malbetek bi rûmet mezin bû, her roj dîmenên dilşewat di koçe û kolanên Cizîra Botan de bi çavên xwe di dîtin. Wek dibêjin bûyarên zarokatiyê qet ji bîr naçin û xuyayê M. Arif Cizîrî hest nêzîkî û zarok jî qet ew roj ji bîr nekirin. Ew heya roja ku mir jî ew rojên ku çend zilaman ji bona xwarina goştê pisik, kuçik an jî her heywanekê din ku dîti bû, hev û din perçiqandin û hev û din ji bo têrkirina zikê xwe bi zanin û an nezanîn kuştin. Êdî pisikên nava mal û kolanên Cîzîrê bi bûn xwarina gelek kesan. Nexweşiyên cur be cur her dera welat girtî bûn ber xwe, tu rojek nebû ku M. Arif Cizîrî nûgehştî termê çend miriyên bêkes û bêxwedî di kolanên bajarê xwe de nebîne. Rewşa li gundan hê jî kambaxtir bû û şerpeziyên jiyanatijî asteng, êdî hemû sînor derbas kiribûn. M. Arif Cizîrî nemir her tim digot û bêjên xwe de bi xemgînî behsa keçek 4 -5 salî dike ku li kolanek bajarê Cîzîrê dema mûjilî xwarina kerek nanê hişik û reqe bûye, li jêr dest û piyên heft- heyşt zilamên birçî hatiye perçiqandin û kes bi kuştina keçikê ne tenê hişyar nebûye, belkî ji bo xwarina wî kere nanê hişk hev û din jî kuştine.  M. Arif Cizîrî ew roja ku bavê wî yê dilovan ji bo zarokên xwe, bi dehan jî mêrxas û egîdên Cîzîra Botan re bi darê zorê ber bi êniya şer dişandin herêmên dûr ji welatê wan, qet ji bîrnekirin. 


Ger di wan rojan de kesekî ji çûyina şer serpêçî bikira, bi rengekî kirêt li ber çavên gel û endamên malbata wî dihat ciza û kêmkirin((tehqîr kirin) Li rojava Cizîrê girekî pan heye ku jê re dihotin Sit Nefsiye. Cendirmên Osmaniyan di hinek rojên taybet de, ciwan û zilamên Kurd li wir kom dikirin û bi tehqîr û lêxistine ew ber bi qada şer dişandin. Bavê M. Arif  di rojeka ji wan rojan de li ber çavên wî û xwişk û birayên wî yên din ji wan dûr ket. Li ser bûyerên bi vî rengî mîrasek afirandina stranê ji hunermendê nemir re hat hat afirandine. Şoreşa Şêx Seîdê Pîran, girtina M. Arif Cizîrî û guherandina hizir û ramanên wî. Ji vir û pê de şoreş û serhildanên cur bi cur li gelek herêmên Kurdistanê dest pê kirin. Li sala 1925 an şoreşa Şêx Seîdê Pîran dest pêkir. lê mixabin zêde nekişand û şorreş bi xiyaneta hevlingê Şêx Seîdê Pîran, ji Qasoyê welatfiroş hat têkşikandin. Mêrxwas û şêrê mêrên Kurd kom bi kom hatin girtine û serokê şoreşê û bi hezaran kesên din ji şoreşgêrên Kurd bi dest Jontirkan hatin deliqandin. Li sala 1926 an M. Arif Cizîrî komek ji xizim û lawên egîd li Cizîrê bi hev re hatin girtin û ew berbî girtingeha Amedê birin. Piştî çend rojan di girtingehê de M. Arif Cizîrî hemû şevê bi çavên xwe didît ku heval û hogirên wî yek bi yek ji wî cuda kirin û pişt re êdî qet ew nedîtin. Ber bi kur çûn û çi bi ser wan de hat? Her tişt eşkere bû: Tev di taritiya şeva reş de hatin deliqandin û gehştin kerwanê şehîdên Kurdistanê

Eserleri

Eser listelerim

1001Türkü’yü ana ekrana ekle

Safari’de paylaşım düğmesine dokunun, ardından Ana Ekrana Ekle seçeneğini seçin.

  1. Paylaş düğmesine dokunun.
  2. Menüde “Ana Ekrana Ekle” seçeneğini bulun.
  3. Sağ üstten “Ekle”ye dokunun.

Hesabına giriş yap

Eser düzenle

Dosya forma aktarılır; kontrol ettikten sonra Kaydet’e bas. Sanatçı ve albüm isteğe bağlıdır. Varsa sitedeki kayıtlarla eşleştirilir; boş veya eşleşmeyen alanlar kaydı engellemez. Daha sonra düzenleyebilirsin.

Örnek .md dosyasını indir ↓