Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Ziz
Çi bû çi nebû
Wa êşek nû bû
Kevnar bû
Ji kevnarên herî berê
Wa xemên min
Pêre ar, pêre har bûn
Bênav bû
Bêyî zar û ziman bû
Nas bû, lê dîsa jî
Ew wenda bû
Ez nexşeyek lal im
Dibilînim, dinalim
Li havînekê kerr im
Zîz im, lal im
Westiyayî û bêhal im
Malwêranek im
Xewnekê dibînim
Û li ber bayê
Dinyayekê dilerizînim
Nepirsin vê sibehê
Navê êşa min Sozdar e
Ez nexşeyek lal im
Dibilînim, dinalim
Li havînekê kerr im
Zîz im, lal im
Westiyayî û bêhal im
Malwêranek im
Xewnekê dibînim
Û li ber bayê
Dinyayekê dilerizînim
Nepirsin vê sibehê
Navê êşa min Sozdar e.
Kom bû, bû derya
Mezin bû şax veda
Bûye ar, bûye serma
Zivistan
Wa xemên min
Li bexçe tov vedan
Alan dan
Ji tavê ew
Ew bê par ma
Lal ma
Ji tavê ew
Ew bêpar ma
Gotin koçerek mirî
Xewnekê dibîne…
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
