Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Pismamo
Lo lo pismamo çima deng nakî
Serê xwe carekî bilind nakî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêre ji hev bela nakî
Lo lo pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn şêr î
Roja halanê roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî
Lo lo pismamo heya te ji te bî
Çarikka min ê reş li serê te bî
Roja lêdanê mêr be li meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmam te me, min çav kildaye
Derefşa Kawa, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
Îro lêdane roja Kurda ye
Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot u pêxwas, birçî u tazî
Êriş e lêxe pismamo lêxe
Şerm u fehête îro tu razî
Şalê xerzanî rabe li xwe ke
Li pişta xwe girêde rext u fişek e
Pismamê min î, dotmama te me
Min ji tere kil dane çavên belek e
Helbest: Cegerxwin
Muzik: Geleri
Çavkani: Serhat Baran
İntro: Mehmet Atlı
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
