Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Hest
Ez pîr û kal bûm ji van derdan
Axîn û keserê min jî nav dil da
Derdê dilê min gelek giran e
Jê re dibêjin ev çi êş û jan e
Hawîrdora me bûye ferman e
Xort û keçên me li serê çiya ne
Lo lo hevalno we sozek da min
Serê xwe hildin werin li ba min
Derdê dilê min gelek giran e
Jê re dibêjin ev çi êş û jan e
Havîrdora me bûye fermana
Xort û keçê me li serê çiya ne
Dibêjin em bira ne
Ferqa me ji hev nîne
Ez jî dipirsim
Çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim bêzar bim
Dibêjin çima çek hilanîn, çima hêsir, ma qibleta me ne yek e
Lê şêxên me zarokên pêxember û pîrên me murîdên laleşa nûranî bi darve dikin.
Dibêjin ev hezar sal e em hemwelatê hev in
Xwîna me li van tixûbantiyê kiriye hev bûye û rijiya yê
Em jî dibêjin lê ev heyştê sal e tenê xwîna me dirêje bi destê we biran, dirijiya...
Lê dîsa jî em li pey gotinên hozanên xwe ne
Cegerxwîn, ê dil bi hesret.
Em hîn dibêjin biratî
Biratiya rasteqîn, lê tu qebûl nakî
Em dibêjin wekhevî, lê tu qebûl nakî
Em hîn jî dibêjin hevaltî, lê dîsa tu qebûl nakî
Ez êdî nizanim çi êdî bibêjim çi êdî bikim
We tu rê li pêþiya min nehîþt
Xeynê hilgeşînê, hilgeşîna zinar û çiyayên bilind,
Warê egîdan, welatê ku roja azadiyê lê hatiye der.
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
