Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Serburîyek
Dîlbera min rûnist
Dîlbera min rabû
Weke hinek tist
Jê ve xuya bû
Wê parsekî hist
Bi çav û birû
Axê vemalist
Û çû.
Min da dû
Nêzîkî tenist
Bûm û min got û;
Êdî bes, te kust
Vî dilê zarû.
Go; “deng me ke hist!…
Bilezîne zû.”
Ez û yara şeng
Çûn ber çemekî
Rawestan li teng
Hêsîn kemekî
Têde rengareng
Gulên bîhneki hebûn.
Go qeşeng;
Ew yara bengî
“be hîs û be deng
Divê mêzeki
Wî marê li çeng
Marê koreki
Ji kemê bi ceng
Min d’vê berzekî
Ev bergeha ha
Wargehê min e
Tevî mi ji te ra
Bex; û mizgîn e
Marî ji kema
Hanê derine
Bikuje bila
Êdî nemîne
Wê gav ev sînga
Sor û spî ne
Ji cotikên memka
Ji xwe r’hilîne
Bide ber geza
Xwe pê vejîne
Serm e, zilam î
Ji pey min ve be
Êdî b’temamî
Evin ne ew e
Ku d’kî beyanî
Ma b’çav û dev e
Bengî û ram î?
Minji dil da te
Ser vî meqamî
Dilpiritî me.
Tu bo min qam î
Lê, çikim nezan?
Xisim û xam î?”
Dile rebeno
Rebeno dilo
Bi jan û kovan
Bi xem û kulo
Me go, “carekî
Biçêjin wilo
Ji evîna xwes”
Evînê çilo
Anî serê me?
Jinê l’me sêlo
Kir bi xetere
Dîlo rebeno.
Rebeno dilo!
Nasît û nezan
Bi derd û kul!
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
