Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Sî û Sê Gule 4
Fermana kuştinê bi cih anîn.
Mije hêşin ya çiya
Û bayê sibê ye hinik û sivik
Nav xwina da hişten hişten
Paşê li wê derê tifing daçikandin
Li paşilên me hûr hûr nêrin
Lê geriyan
Pişta min ya sor male Kermenşahê
Tizbi û qotiya min birin û çûn
Hemû ji diyari bûn ji Ecemistanê
Em kirivin merivên hevin û bi
Xwin giridayê hevin
Bi gund û zevhiyên hember ve
Xinamiyê hevin,
Ji sedsalan vir ve,
Cîranê hevin mil bi mil ve
Mirişkên me tevi hev dibin
Ne ji nezanîyê
Lê ji xizanîyê
Em ji pasportê dilsar bune
Ewe curmê sebeba qatla me
Edi navê me dê derkeve bi keleşiyê,
Isatvan
Rêbir
Xayiniyê
Kirivo halê min eyni weha binivise
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên guline
Guleye domdomê
Di devê min de wesle wesle
De lêxin lawo,lêxin
Ez bi hesani nayêm kuştin
Di kuçikê min de, hin agirê venemiri
Ü çend gotinên min hene
Ji kesen, faman re
Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê
Û sê birayên xwe ji
Sê darên spehî,
Weki sê çiyayên ji emrê xwe têrnebuyi bûn
Ji bircan ji giran ji minaran
Dema kiriv pismam kurên êşiran
Li hember guleyên fransiz şer dikirin
Xalê min ya biçûk, Nezif
Simbêlên wi nû derketibûn
Delal sivik siwarekî baş
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan
Kirivo halê min weha binivise
Dibe ku we ki riwayet were fehm kirin
Em ne memikên guline
Guleyê domdomê
Di devê min de wesle wesle
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
