YENİ TASARIM · GERÇEK İÇERİKLER · Listeler bu tarayıcıda saklanır

Diyolog

Ciwan Haco

Türkü, şarkı ve diğer eserlerin sözleri
Bi sond bi peyman Ezê nehêlim kuç liser kuç Kit jê nahêlim Ezê bajher bikim Dojeha liser riwê erdê Da “gawir” vegerine Ser riya “Ata”yê mezin Bere êdi Şirnex bêje Xwezi bi Dêrsimê Geliyê Zilan Xwezi bi Helepçe De lêxin “gurên boz” lêxin Kit ji wan nehêlin Bira zanibin Cihê şûrê me lê bilind bibe Ti seri xwe ranakin dibê Dixindirine newala Lêxin “aslanlar” lêxin Mizginiya “mirinê” bighênine Qulpe û xwişmakên wê Bêjin vaye hat “mirina zer” Bere ev çiya û zinar Nasbikin ez kime Ezim “sayar”im Neviyê “xanê” mazin Yê “Ata” û yê “lsmet” Pesnê xwe nede Xezeba te ji tirsa nava teye Alem pesnê xwe bi mirovaniyê Dilovaniyê zanyariyê dide Tu bi şûr Min gelek ditin bahozên “zer” Li vi erdi gelek niv-mirov Di çav xwede “fêris” Di nava xwede “newêrek” û “bêbext” Derbas bûne Gelek hatina bablisokên “zer” Te basa “xanê” mezin "ata" û “ismet” kir Ew hatin û çûn Lê ez li virim Ez li virim Li Şirnexê, Nisebinê, Qulpê Li ez li virim Li ber diwarê birca Amed Ez livirim mina surhê me Li ser singa te Mina direhê me Di gewriya te de Di çavên te de Bablisoka ji agirim Li virim Mina surhê me liser singa te Birçî tazi bider  Serê xwe natewênim Siruda welat dixwinim Kolonan dadigrim Bi rê ketiye ‘meşa azadiyê” Zindan min kiriye mala rûmetê Dibistana sorêşê Ez li virim Bûme diwarê qalind liser singa te Li virim Nobedarê dara gûzê me Tiwa li hewşê Nobedarê tenura dayka şêrinim Ez livirim  Hevirtirşim di legena hevirê welat de Ez dipêjim nanê “kurdayetiyê” A saben min ji cemeda  kurra “agrî” Di dilê mide dojeha sor Dema ez ti dibim latê diguvêşim Ax nanê mine eger birçibim Lê disa li virim Bar nakim her li virim Sûrha giranim liser singa te Ez bazim û helina mine “bagok” û “herekol” Ez pêşmerge me ‘egidim” Diwarê qalindim li ser bedena te Bipirse ji "Iskenderê Mezin” Ewê bêje te Çend dijware tîra min Ewê bêje te çiroka min Ev çiya carekê rabune go hew bitewin Ez li virim Sûrhim li ser singa te Livirim û bang dikim Biraye xwe li pişta xetê Li başur li barêş Were ba min ka destê xwe? Pişta te me “sûrha çin” Bawer meke gotinê “marê zer” “rih dibê post, lê dijmin nabê Dost” Paşayâ “kor” mirê Rewandiz Mina Bedirxanê Botan Na gotin , bakur û başur Dane ber xwe Ji Dersim, heta bi Mûsil  Gotin emin lawê Mazopotamya Emin lawê Kurdistan Emin lawê Kurdistan Bi bihîzin herkes soza min Li wi xatî min niwîsîya paşeroja xwe Li wi xatî diniwîsîm dîroka roja xwe Li wi xatî ezê min biniwîsîm dahaçu ya xwe Goran Haco
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri

Eser listelerim

1001Türkü’yü ana ekrana ekle

Safari’de paylaşım düğmesine dokunun, ardından Ana Ekrana Ekle seçeneğini seçin.

  1. Paylaş düğmesine dokunun.
  2. Menüde “Ana Ekrana Ekle” seçeneğini bulun.
  3. Sağ üstten “Ekle”ye dokunun.

Hesabına giriş yap

Eser düzenle

Dosya forma aktarılır; kontrol ettikten sonra Kaydet’e bas. Sanatçı ve albüm isteğe bağlıdır. Varsa sitedeki kayıtlarla eşleştirilir; boş veya eşleşmeyen alanlar kaydı engellemez. Daha sonra düzenleyebilirsin.

Örnek .md dosyasını indir ↓