Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Derwêşê Evdê
Lê lê lê lê lê
Yalî Derwêşo
Wezê ne bi mal û ne bi mêr im
Ezê xweka heft bira me
Birazîka dozdeh pismaman, mîna şêr im
Gava li xêmê binê beriyê
Çav bi Derwêşê Evdî
Delalî dilê xwe dikevim
Ezê her heft bira û her dozdeh pismaman
Bi qalib sabûna reqê
Ezê li serê Girê Hamûda şewitî bisekinim
Wele bi doxa teşiya xwe veşêrim
Haylo lo mêvano
Delê lê lê
Herê Derwêş digot lê lê keçê
Minê tu malekî zorî zafê ji te navê
Minê ji te divê konekî reşî erebî
Bîst û çar stûnî mêr kûtanî darî ve navê
De vê sibekê meriv singê kona bikûte erdê
Berê kona bide tîrêjî tavê
Bi Xwedê min sond xwariye
Piştî Derwêşî Evdî delalî dilê xwe
Min kesekî navê hey lo lo hey lo
Delê lê lê hey lê
Erê keçikê digo lo lo Derwêşo
Bi Xwedê beriya binê Hamûdê bişewite
Berîke rast e dûz e
Divê pozê Evdilezîza şewitî bi ser de xûz e
Ramûsanê qîz û bûkên salê
Wele par vî çaxî ne pol bûn, ne pere bûn
Sala vê salê li min û Derwêşî dilê min
Zêrê alûze lo lo delalo hey lo
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
