YENİ TASARIM · GERÇEK İÇERİKLER · Listeler bu tarayıcıda saklanır

Silêmanê Mistê

Karapetê Xaço

Türkü, şarkı ve diğer eserlerin sözleri
De here lê dayê, ha dayê ha lawo  Xato digo Silêmano lawo Û dilê min rebenê lawo Vê sibekê dilek dîn e Min gote neçe pêşiya terş û talaşê Mala Faro Û lawo ji Gaza Zenga Ji Çemê Qûmariya venegerîne Min go Mala Faro Maleke ji ber û paş de Dibên tivingçî ne Wê derbekê li bejn û bala Silêmanê Mistê Û li Birahîmê Mamûdî xweşmêr Wê bixîne dayo De here lê dayê, lê dayê Xato digo Silêmano lawo Û şerê çêbû li Gaza Zenga lawo Bi kerek per e Min dît çend peyayê Mala Faro Ketin Çiyayê Kolik Weza dêranê xwe berdane Gelo tevdîra şer e Îro derbekê lê dane Li bejn û bala Silêmanê Mistê Li Birahîmê Mamûd Lawo dibê Cemîl ketiye berê vê çardarê Û çardara Silêmanê Mistê Birahîmê Mamûdî xweşmêr Û heyla lawo dîsa birine bi xwe re De here lê dayê, lê dayê Xato digo Silêmano lawo Û Xwedê şer e lawo Vê sibekê min şer navê De giran e eskerê Cemîlê Çeto Kete Diyarê Kolik û Hafa Çemê Memika Aqarê Dûsadekê Lawo kitekitê siwaran xwe berdane Wî alî avê Û îro derbekê lê dane Li bejn û bala Silêmanê Mistê Li Birahîmê Mamûdê xweşmêr Dibê lawo ketine ber darê çardarê Û çardara Silêmanê Mistê Birahîmê Mamûdê xweşmêr hey lo lawo Dîsa bi xwe re birine malê
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri

Eser listelerim

1001Türkü’yü ana ekrana ekle

Safari’de paylaşım düğmesine dokunun, ardından Ana Ekrana Ekle seçeneğini seçin.

  1. Paylaş düğmesine dokunun.
  2. Menüde “Ana Ekrana Ekle” seçeneğini bulun.
  3. Sağ üstten “Ekle”ye dokunun.

Hesabına giriş yap

Eser düzenle

Dosya forma aktarılır; kontrol ettikten sonra Kaydet’e bas. Sanatçı ve albüm isteğe bağlıdır. Varsa sitedeki kayıtlarla eşleştirilir; boş veya eşleşmeyen alanlar kaydı engellemez. Daha sonra düzenleyebilirsin.

Örnek .md dosyasını indir ↓