YENİ TASARIM · GERÇEK İÇERİKLER · Listeler bu tarayıcıda saklanır

Lawikê Metînî (Dayîkê)

Karapetê Xaço

Türkü, şarkı ve diğer eserlerin sözleri
Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe Bi xwe ke bi Xwedê ke roja şemiyê Serê min bişo û xemla min li min bike ... Bisk û tev morîkan li ber enîka min de çêke Hey lê lê lê hey lê lê lê Lê lê hey delalê Heval û hogirên me çûne Mexrûbî Şexa Tewavîka di gelîkê kûr de Keçik digo lê lê dayîk heyranê Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê Bila bêye nava sîng û berê min keçikê Herke tê min dixwaze bila bê min bixwaze Herke tê min direvîne bila bê min birevîne Herke min narevîne, sibê wê min birê kin Hey lê lê lê Lê lê hey delalê Ay feleka me xayîn e Wele me dixapîne mere nayê domê Hey domê Lê lê dayikê heyranê  43 Kanîkê me şêxan û mîran li wî hemberî Keçik dibê dayîk heyranê Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê Bila ji nîvê şevan û pêştir Bê nava xan û xetê min gerdenê Herê devê xwe têxe boxazî qirikê Nava hilî mircan û morîkên min rebenê Heta devê te bigîje Binê qûlpê guharê minê heyderî Hey lê hey lê lê lê Lê lê lê hey delalê Ay feleka me xayîn e Wele me dixapîne mere nayê domê Hey domê Lêlê dayikê heyranê Kanîkê me şêxan û mîran çendî birêz in De dibê qîzên me derketin şengzerî ne Bûkên me li meydanê frêzê Keçik dibê dayîk heyranê Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê Hele tê min dixwaze bila bê min bixwaze Tê min direvîne bila bê min birevîne Herke min narevîne Sibê wê min biguhêzin hey lê lê lê Lê lê hey delalê Ay feleka me xayîn e Wele me dixapîne mere nayê domê Hey domê  
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri

Eser listelerim

1001Türkü’yü ana ekrana ekle

Safari’de paylaşım düğmesine dokunun, ardından Ana Ekrana Ekle seçeneğini seçin.

  1. Paylaş düğmesine dokunun.
  2. Menüde “Ana Ekrana Ekle” seçeneğini bulun.
  3. Sağ üstten “Ekle”ye dokunun.

Hesabına giriş yap

Eser düzenle

Dosya forma aktarılır; kontrol ettikten sonra Kaydet’e bas. Sanatçı ve albüm isteğe bağlıdır. Varsa sitedeki kayıtlarla eşleştirilir; boş veya eşleşmeyen alanlar kaydı engellemez. Daha sonra düzenleyebilirsin.

Örnek .md dosyasını indir ↓