YENİ TASARIM · GERÇEK İÇERİKLER · Listeler bu tarayıcıda saklanır

Lê lê Edûlê

Karapetê Xaço

Türkü, şarkı ve diğer eserlerin sözleri
Lê lê Edûlê mala babê xerabê Rojka me avêtî kanê ne dûr e Herê dibê şewq û şemalê dida Bejn û bala li fistanê te Edûlê Herê dibê berfa nîsanê Kaniya Qube di Resûle De dibê heft xwînê mêr û mêrxasan Li babê te bî Herê tê rabe ramûsanekê Li ser can û cesedê min de berde Herê berdêla heft xwîna mêran û mêrxasan Min ramûsan qebûle lê lê lê Lê lê Edûlê de mala babê xerabê  49 Min go navê te şîrîn e dîsa xefatî gula De dibê bila heft xwînê heft mêr û mêrxasan Li babê te bî Ezê bi çepilê Edûla xwe bigirim birevînim Ezê biavêjime mala Cemîl Axa Cem Mîrê Gurdilan Herê emê ji sibê heta êvarê bikin rav û nêçîrê Herê bara şevê emê rûnên Bikin agirî daran Herê serê sibê emê rabin Bixwin goştê şalûl û bilbilan Lê lê Edûlê ezê qesem dikim bi navê Xwedê Ji ber serê te ranabim De eynî fermanê min li heft dewletê Ecnebiyan rabe De bila heft karana Helana Li ser serê min lêxin Panzdeh agirê Mencenîqan Li ser serê min dadin De bila heft bav û birakê te Evdala Xwedê Siwarê hespan û zîna bin De bila bi şûr û xenceran Li ser can û cesedê min peya bin   
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri

Eser listelerim

1001Türkü’yü ana ekrana ekle

Safari’de paylaşım düğmesine dokunun, ardından Ana Ekrana Ekle seçeneğini seçin.

  1. Paylaş düğmesine dokunun.
  2. Menüde “Ana Ekrana Ekle” seçeneğini bulun.
  3. Sağ üstten “Ekle”ye dokunun.

Hesabına giriş yap

Eser düzenle

Dosya forma aktarılır; kontrol ettikten sonra Kaydet’e bas. Sanatçı ve albüm isteğe bağlıdır. Varsa sitedeki kayıtlarla eşleştirilir; boş veya eşleşmeyen alanlar kaydı engellemez. Daha sonra düzenleyebilirsin.

Örnek .md dosyasını indir ↓