Binbir ses, binbir hikâye
Türkçe ve Kürtçe türküler, şarkılar ve unutulmayan sözler.
Sanatçıları keşfet, sevdiğin eserleri bir araya getir.
Bir isim, bir dize, bir ezgi… Aradığın eser burada.
SÖZÜMÜZDE, SAZIMIZDA.
Son Eklenenler
TÜRKÜ VE ŞARKI SÖZLERİSenin müzik defterin
Sevdiğin ezgiler bir arada.
Kendi listelerini oluştur, dönüp dönüp okumak istediğin eserleri sakla.
Eyşana Elî
Lê lê lê wayê
De1ê lê lê wayê lê lê lê wayê
De Eyşanê lê wayê biçûkê lê wayê
Nazikê lê wayê
Nazdarê lê wayê
Tu rihanê lê wayê
Li min paşayê lê wayê
Şîrîna li ber dilê xortan tim û timayê
Bi Xwedê sing û berê Eyşana Elî
Mîna be1ek berfa li kuntara çiyayê
Ezê çi bikim bera şevê çûyî
Bera rojê tavê lê dayî
Ji xwe re hêdî hêdî diheliya
Ax lê lê lê wayê Eyşanê malxerabê
Min ji te re negot
Kirasekî feleknazî li xwe neke
Li kavila gundê me negere
Min ji te re got kirasekî feleknaz xwedê
Îro ji gundê me zeynet e
Herê çi bikim fesad û ewanên gundê me gelekin
Îro wê ji Eyşana Elî bidin îşaret in
Singê Eyşana Elî
Mîna baxçeyê gul û sêva ye
Bi şefeqa sibê re tavê lê didayê
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri
