YENİ TASARIM · GERÇEK İÇERİKLER · Listeler bu tarayıcıda saklanır

Mîro Wayê

Karapetê Xaço

Türkü, şarkı ve diğer eserlerin sözleri
Mîro wayê, mîro wayê Lo lo bego hayê dîsa hayê Lo lo Mîro roja me derketî Ji Gola Kêrsê, lawo ji Deşta Belatê Bila kula Xwedê bikeve Berî mala Waliyê Mûşê cendirmê Kêrsê Lawo Yûzbaşiyê dîsa wê Xelatê Çawa ji ber babê Salih torin delalî malê Lawo derketine Welatê Serhedê Ketine teqîbatê Îro kesek tuneye Serê xwe ji Bîngola şewitî de derîne Bêje Nûh Beko lo îro li dinyayê Derbekê lê dane Ezet Begê Li Xêlis Begê, li Derwêş Begê Li babê Ezet Begê Sedîqê lawê Gulnazê Çi bikim ort û ocaxê mala babê te Îro birine ber mîratê Wele hay lê way, lê way lê way, heyla Mîro Ezet Begê çi bikim Tu paşayê kurda yî Bi Xwedê îro bê tedbîro Min go Mîro nabe wele nabe Tarixa rebê alemê li jorê yazî kiriye Lawo li xwarê betal nabe Bila Xwedê xera bike Welatê Serhedê Daîm berfê li serê ye Reça firar û mehkûm û eşqiya lawo Ji erdê winda nabe Heta fesadîka me kurmanca ji me be Min ji te re go firar û mehkûm Ji mal a Mîrza Begê Bi Xwedê îşev xalî nabe Piştî Ezet Begê, Xêlis Begê Derwêş begê, Bavê Ezet Begê Bila dengbêjî li Welatê Serhedê Li dîwanê Mîran û hakiman Li min heram be
1001Türkü · Türkçe ve Kürtçe eser sözleri

Eser listelerim

1001Türkü’yü ana ekrana ekle

Safari’de paylaşım düğmesine dokunun, ardından Ana Ekrana Ekle seçeneğini seçin.

  1. Paylaş düğmesine dokunun.
  2. Menüde “Ana Ekrana Ekle” seçeneğini bulun.
  3. Sağ üstten “Ekle”ye dokunun.

Hesabına giriş yap

Eser düzenle

Dosya forma aktarılır; kontrol ettikten sonra Kaydet’e bas. Sanatçı ve albüm isteğe bağlıdır. Varsa sitedeki kayıtlarla eşleştirilir; boş veya eşleşmeyen alanlar kaydı engellemez. Daha sonra düzenleyebilirsin.

Örnek .md dosyasını indir ↓